Accesskeys

Kurdische Lesung

Foto Îbrahîm Seydo Aydoĝan

Kurdische Lesung mit Îbrahîm Seydo Aydoĝan.


Café StGall - Bibliothek Hauptpost
Samstag, 21.02.2026, 18:30

Îbrahîm Seydo Aydoĝan di sala 1976’an de li Qoserê (Kiziltepe), bajarê Mêrdînê (Mardin) hatî dinyayê. Piştî dawîkirina dibistanê, di sala 1993’an de dest bi xwendina perwerdeya Wêjeyê li Zanîngeha Dîcleyê (Amed / Diyarbekir) kir û di sala 1997’an de zanîngeh qedand. Piştî wê, di Stenbolê de wekî mamostayê Wêjeyê xebitî û di heman demê de wekî sernivîskar li kovara Wêjeyê ya kurdî Pelin kar dikir.

Ji sala 2001’an ve Aydogan li Fransa dijî. Li Zanîngeha Sorbonne di sala 2003’an de masterek li ser Victor Hugo bi teza yekem a bi navê “Parîsên sedsala 15’an di romanê Victor Hugo Notre-Dame de Paris de” qedand. Di sala 2006’an de li Zanîngeha Rouen bi teza doktorayê bi navê “Dem, hevokên tevlihev û hevdemî di romanên kurdî de” xelas kir û doktora li ser 'Ziman û zanyarîya ziman' wergirt.

Aydoĝan ji sala 1996’an ve tenê bi kurdî dinivîse. Wî sê pirtûk weşandiye: Reş û Spî, Leyla Figaro ,  Hezkiriya Xwedê . Ji sala 2007’an ve di zanîngeha INALCO li Parîsê de Mamostetiya zimanê kurdî dike. Ji aliyê din ,wî çîroka Orhan Pamuk — Nivîskarê Naîf û Hişyar, û ya Milan Kundera — Nenasî —  wergerandîye Kurdî.

Îbrahîm Seydo Aydoĝan liest auf Kurdisch, es gibt keine Übersetzung.

Eintritt frei / Kollekte


Bibliothek Hauptpost - Kurdische Lesung (21.02.2026 18:30)


Servicespalte

Bibliothek Hauptpost

Café StGall
Gutenbergstrasse 2
9000 St.Gallen

Telefon +41 58 229 09 90

Kontakt:
Shetyl Stupan
shetyl.stupan@stadt.sg.ch